Li Mereşê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw ) - Li navçeya Albistanê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê saet 05:59an erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan çêbû.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), navenda erdhejê Albistan bû û heja wê jî 4,0 pile bû.

Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 19,74 kîlometreyan de çêbûye.