Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku sala 2019an li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku her du gerîlayan 19ê Îlona 2019an canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, di wê dîrokê de li Semsûrê di operasyoneke artêşa Tirkiyeyê de şerekî dijwar derketiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê herêm bombebaran kiriye û di encamê de her du gerîlayan canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:
Roşer Tolhildan: Navê wî yê fermî Alî Kemal Arslan e û li Semsûrê ji dayîk bûye û 19ê Îlona 2019an li Semsûrê canê xwe ji dest daye.
Çekdar Bêzar: Navê wî yê fermî Ozcan Bektaş e li Semsûrê ji dayîk bûye û 19ê Îlonê li Semsûrê canê xwe ji dest daye.
Li gorî HPGyê, Alî Kemal Arslan (Roşer Tolhildan) li Semsûrê di nav malbateke Elewî de ji dayîk bûye û sala 2004an tevlî refên gerîlayan bûye.
HPGyê diyar kir ku wî li gelek herêmên wekî Qendîl, Zap, Gare, Amanos û Amedê gerîlatî kiriye.
Li gorî daxuyaniya HPGyê Ozcan Bektaş (Çekdar Bêzar) jî li bajarokê Komurê ya Semsûrê ji dayîk bûye û sala 2011an tevlî PKKyê bûye.
Her wiha ew sala 2015an derbasî Bakurê Kurdistanê bûye û li herêmên Amed û Semsûrê xebitiye.