Li Meletiyê qezaya trafîkê: Miriyek û 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arganê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîlan li hev qelibîn û di encamê de kesekî mir û 4 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro otomobîla Mehmet Yalçinkayay 64 salî diajot  û otomobîla Asli Cengizaa 24 salî diajot li Çarrêya TÎGEMê ya li ser rêya Meletiyê û Enqereyê li hev qelibîn.

Di encama bûyerê de Gulten Gulbaşa 51 salî mir û her du şofêr û Yaren Polen Gulbaşa 24 salî û Emine Çelika 18 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Arganê.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsîn hat kirin.