Li Rihayê zarokekî 11 salî di bendavê de wenda bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 11 salî di Bendava Ataturk de wenda bû.

Li gorî zanyariyan îro li navçeya Hewagê Deniz Suleymanê 11 salî ku bi malbata xwe re ji bo seyranê çûbû beravên Bendava Ataturkê, ji bo hênikkirinê ket avê û di nav avê de wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, tîmên parastina sivîaln û tîmên tendursitiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên gihiştin cihê bûyerê ji bo rizgarkirina Deniz Suleyman dest bi xebatên lêgerînê kir.