MELETÎ - Di qezayekê de 4 kes mirin, 2 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û wesayitek li hev qelibîn, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla bi plakaya 23 BC 278 a ku Enes Çelîkê 29 salî diajot û wesayita bi plakaya 16 BTE 244 a ku Mehmet Şîrîn Çakiciyê 45 salî diajot li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de şofêrên her du wesayitan û her wiha Salîha Tosuna 74 salî û Zohre Gokalpa 58 salî canê xwe ji dest da.
Her wiha Kubra Çelîka 29 salî û Bartu Vedat Çelîkê 3 salî jî birîndar bûn.
Termên kesên ku canê xwe ji dest dabû rakirin Saziya Tiba Dadî, birîndar jî veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.