Temellî: Pirsgirêka Kurdan di heman demê de pirsgirêka Kurdî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Sezaî Temellî got, “Divê komîsyon bizanibe ku pirsgirêka Kurdan di heman demê de pirsgirêka zimanê Kurdî ye.”
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de li navçeya Sirûcê ya Rihayê meş li dar xist.
Qerebalixiya ku kom bû ji Navenda Çanda Amarayê heta Qada Bajêr a Sirûcê meşiya.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Sezaî Temellî di çalakiyê de axivî û got. “Heta aştî pêk neyê li Tirkiyeyê ti pirsgirêk nayên çareserkirin.”
Sezaî Temellî diyar kir ku divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bêyî ku xwe mijûl bike gavan bavêje.
“Divê rêz li zimanê gel bê girtin”
Temellî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan Kurd bal kişande ser girîngiya zimanê Kurdî û got:
“Komîsyon, dema ku li civakê dinêre, divê hebûna 25 milyon Kurd qebûl bike û bizanibe ku zimanê dayîkê yê 25 milyon Kurdan heye.
Divê bizanibe ku mafê her kesî yê perwerdehiyê, xizmeta giştî û siyasetê bi zimanê dayikê heye.
Divê komîsyon bizanibe ku pirsgirêka Kurdan di heman demê de pirsgirêka zimanê Kurdî ye.
Divê rêzê li gel û li zimanê gel bigire. Ne tenê gelê Kurd, her kesê ku li ser vê axê dijî, li benda çareserkirina vê pirsgirêkê ye.”