Li Amedê qeza, 8 birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûgê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di encama wergerîna otomobîlekê de 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku A.T. diajot û plakaya wê hê nehatiye zanîn ji kontrolê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de şofêr û 7 kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê.