Birayê Servet Turgut behsa bûyera li Şaxê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê Servet Turgut ê ku li Wanê leşkerên Tirkiyê îşkence lê kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn xwarê, behsa bûyerê kir û got, “bi îşaretan ji me gotin `em ji helîkopterê avêtin xwarê`.”

Roja 11ê Îlona îsal li navçeya Şax a Wana Bakurê Kurdistanê leşkerên Tirkiyê ku derketibûn operasyonê hemwelatiyên Kurd ên bi navên Servet Turgut ê 55 salî û Osman Şiban ê 50 salî desteser kirin.

Ew herdu hemwelatiyên Kurd 3 roj piştî desteserkirinê, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê hatin dîtin.

Belavbûna dîmenên herdu hemwelatiyên Kurd li nexweşxaneyê ku şûnên îşkencê li ser laşê wan hebûn û hatibû gotin leşkeran ew ji helîkopterê avêtine xwarê, karvedanên mezin bi xwe re anîn.

Nayîf Turgut ku birayê Servet Turgut e, beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û hûrgiliyên wê bûyerê aşkere kirin.

Nayîf Turgut got, “Sala 1978an gundê me hat şewatandin û em jî koçî Mêrsînê bûn. Birayê min beriya 20 salan dîsa vegeriya Wanê. Osman Şiban kurxalê min e. Birayê min Servet Turgut, Osman Şiban û çend malbatên din ev 5 sal in li gund ji xwe re xanî çê kirine. Her sal ji meha Gulanê ta Cotmehê diçin gund û giya didirûn ji bo dabînkirina debara jiyana xwe.”

Nayîf Turgut dibêje, roja bûyerê birayê wî Servet Turgut bi mebesta dirûna giya 500 metre ji mala xwe ya gund dûr dikeve û “wê demê nêzikî 20 leşker diçin navê wî dipirsin. Paşê pirsa Osman jê dikin û ew jî jê re dibêje `li malê ye`. Paşê leşker wî jî li gel xwe dibin û diçin gund Osman jî digirin. Ev hemû li pêş çavên zarok û hevjînên wan çê dibin. Malbat daxwaz dikin leşker Servet û Osman nebin. Leşker dibêjin, `em dê wan bibin aliyê helîkopterê, îfadeyên wan werbigirin û berdin`.”

Birayê Servet Turgut radigihîne, “Herduyan dibin zeviya Servet. Girek biçûk heye di navbera gund û zeviyê de. Malbat dişopînin. Dibînin ku leşker herduyan dixuşikînin ku li helîkopterê siwar bikin. Piştî siwarkirina wan li helîkopterê nizanin ka çi bi serê wan hat. Lê piştî 3 rojan pê dihesin ku li nexweşxaneyê ne.”

Nayîf Turgut dibêje, li gund ji ber nebûna telefon û kêmderfetiyê, ew dereng bi bûyerê hesiyan û diyar dike, “Li herêmê operasyon çê bûye, leşker û PKKyî mirine û paşê em bi vê hesiyan. Dema ev çê bûn ez li Mêrsînê bûm. Ez hatim agahdarkirin û hatim Wanê. Ji muxtarê gundê Andîcî re gotibûn û wî jî ji me re got û em çûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.”

Li ser pirsa “Gelo leşkeran ew ji helîkopterê avêtibûn xwarê?” Nayîf Turgut got, “Belê, bi îşaretan behsa wê kir ku ew ji helîkopterê avêtin xwarê.”

Li aliyê din Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û îddîa kiribû, “yek ji gumanbaran dema ku direviya ji zinar ket xwarê û birîndar bû.”

Di wê daxuyaniya Parêzgariya Wanê de hatibû aşkerekirin ku Serdozgeriya Komarî ya Wanê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Malbatên wan herdu hemwelatiyan ku di raporta pîzişkî de hatiye belgekirin rastî îşkencê hatine, serî li Komîsyona Mafê Mirov a Baroya Wanê dabûn.

Parêzerên malbatan jî bi tohmeta, “birîndarkirina enqest, bikaranîna erkê bi xirabê û îşkencê” li ser leşkerên ew hemwelatî desteser kiribûn, li Dozgeriya Komarî ya Wanê gilî tomar kiribûn.

Herwiha parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel jî bûyera îşkencekirina hemwelatiyên Kurd biribû parlementoya Tirkiyê û li ser bûyerê pirsnameyek arasteyî Serokatiya Parlamentoyê kiribû ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bibersivîne.