SÊWAZ - Otomobîl ji kendal ket xwarê: 4 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tozaniyê ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji kendal ket xwarê, 4 kes mirin.
Otomobîla ku Încîrê 70 salî diajot li nêzî Gundê Karkinê ji rê derket û ji kendalekî nêzikî 100 metreyî çû xwarê.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê şofêr û Halîl Karamuk, Ayşe Karamuk û Arife Aslana ku di otomobîlê de bûn li cihê bûyerê mirin.