Li Semsûrê karkerên avahîsaziyê heqdestê xwe dixwazin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ku ev 5 meh in heqdestên xwe nestandine gelek karkeran bi çalakiyekê nerazîbûna xwe nîşan da.
Li Semsûrê 150 karkerên avahîsaziyê yên ku di Projeya Xaniyên Gundan de kar dikin ev 5 meh in heqdestê xwe wernegirtine.
Karkerên ku ji parêzgehên cuda hatine Semsûrê li ber Birêvebirya Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê kom bûn.
Karkerê bi navê Emre Çîftehan li ser navê karkeran axivî, diyar kir ku piştî ku hevdîtina wan a bi Parêzgarê Semsûrê Osman Varol re bê encam ma, wan biryar da ku çalakiyê li dar bixin.
"Em tenê xwêdana eniya xwe dixwazin"
Emre Çîftehan wiha got:
“Em karkerên înşaatê ne ku hewl didin birînên erdheja 6ê Sibatê derman bikin.
Em zarokên vê axê ne, hinek ji me ji Meletî, Xarpêt û Semsûrê ne. Mixabin, me rûyê tirsnak ê erdhejê dît û îro em bi erdhejeke din hildiweşin.
5 meh in qurişek jî neketiye destê me. Em li cîranên xwe yên li konteyner û konan man fikirîn û me sebir kir û xebata xwe domand.
Lê belê, şirket bi gotina 'Hûn çima li cihekî ku pereyan nastînin dixebitin? Dest ji kar berdin û herin' henekên xwe bi me dike.
Peymana me ya bi şîrketê re bê agahdarkirinê hat betalkirin. Em li metbexên ku kêzik tê de ne xwarinê dixwin û li cihên ku ne layiqî rûmeta mirovahiyê ne radizin.
Em ne ji bo parsekiyê hatine vir û ne jî hestên mirovan îstîsmar dikin.
Em tenê xwêdana eniya xwe û rizqê zarokên xwe dixwazin.”