Nêçîrvan Barzanî Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Joshua Harris û şandeke pê re qebûl kir.
Di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa aboriyê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan kir.
Harris amaje bi nirxên hevbeş ên Amerîka û Herêma Kurdistanê da û got, "Washington pabendî bihêzkirina wan pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevpar e."
"Çareseriyeke yekcarî were dîtin"
Di beşeke din a civînê de behsa pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên karmedên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Her du alî hev nêrîn bûn ku "divê dosyeya darayî û mûçeyê demildest were çareserkirin û çareseriyeke yekcarî jê re were dîtin."
Mijareke din a civînê jî metirsiyên terorê, rûbirûbûna gefên DAIŞê, bipêşketinên dawî yên Rojhilata Navîn û rewşa giştî ya navçeyê bû.
Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê Gwendolyn Wendy Green jî di civînê de amade bû.