Jina Vîetnamî bû Misilman û navê xwe jî kir 'Viyan'

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Vîetnamî ya bi navê Thi Hoa Chau bi merasîmeke li navçeya Geverê ya Colemêrgê bû Misilman û navê xwe kir Viyan.

Thi Hoa Chauya ku ji bo destgirtiyê xwe çûbû Geverê, ji bo ku bibe Misilman serî li Miftiyê Geverê da.

Miftiyê Geverê Mahmut Sevuk di merasîma ku hat lidarxistin de li ser bawerî, îbadet û exlaqê Îslamê agahî dan Thi Hoa Chauyê.

Chauyê piştre “Şehadet” anî û bû Misilman û navê xwe kir "Viyan".

Mahmut Sevukê ku belgeya Misilmaniyê da Chauyê diyar kir ku Misilmanbûn ne tenê guhertina nasnameyê ye, di heman demê de gaveke ber bi şêwazeke nû ya jiyanê ye û jê re sihet û xweşî xwest.