AMED - Ji ber ku keç bû nasname jê re nehat derxistin, niha jî dewlet nasnameya wê nade
Amed (Rûdaw) - Li gundê Îbikan ê navçeya Pîrana Amedê, Kadriye Aydina 77 salî, 77 sal in bê nasname dijî.
Ji ber ku keç bûye, bavê wê nasname jê re dernexistiye û ew ji hemû mafên welatîbûnê bêpar maye.
Tevî ku bi biryara dadgehê û testa DNAyê hatiye îsbatkirin ku ew keça bavê xwe ye jî, Birêvebiriya Nifûsê ya Pîranê ev 3 sal in nasnameya wê nade.
Malbat dibêje ku rayedar ji wan re astengiyan derdixin.
“Nikarin herim nexweşxaneyê”
Kadriye Aydina ku gelek nexweşiyên wê hene, behsa bêçaretiya xwe dike û dibêje, “Ez bêkêf im, ez nexweş im, hemû derên min diêşin.
Nikarim herim doktor jî ji ber ku nasnameya min tune ye, doktor li min nanêrin. Ez diçim û destvala vedigerim têm malê. Ev salek e ez nexweş im.”
Kadriye Aydin, li gundê Îbikan ê Pîranê dijî û ji roja ku ji dayik bûye heta niha bê nasname ye.
Dema ku bavê wê Xalit Aydin, hevî anî ser diya wê, ew û xwişka wê Necîma 3-4 salî bûne.
Bavê wan ji ber ku keç bûne nasname ji wan re dernexistiye.
Xwişka wê Necîma jî di sala 2012an de di 63 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê bê nasname koça dawî kir.
“Got hûn qîz in, hûn dê çi bikin ji nasnameyê”
Kadriye Aydin sedema ku bavê wê nasname jê re dernexistiye wiha tîne ziman. “Ez ji gundê Vêrdiyê me.
Ez bi zewacê hatim vî gundî. Bavê min di ser diya min de zewicî û qet xwedîtiya me nekir. Bavê me bi jina duyem re zewicî nasnameya me çênekir.
Ji ber em keçik bûn qîmet neda me, nasnameya me çênekir. Got, ‘Ma hûn law nînin, qîz in, hûn dê çi bikin ji nasnameyê.’”
Li çokên wê derman nemaye, çavekî wê nabîne û tengenefes e. Tevî ku gelek nexweşiyên wê hene jî ew nikare biçe nexweşxaneyê
Di dema pandemiya COVID-19ê de jî, tevî ku bi vîrusê ketiye, ne nexweşxaneyên taybet û ne jî yên dewletê ew qebûl nekirine.
“Ez nasnameya xwe dixwazim”
Kadriye Aydin bi van gotinan daxwaza xwe dubare dike: “Ez nasnameya xwe dixwazim.
Nexweşxane min nagirin, ez kîmlika xwe dixwazim. Ez tune me, welleh ez tune me.
Feqîrî û eziyeta min dît bila her Xwedê bizanibe. Min tu tiştek ji dinyayê fêm nekir.”
Her du kurên wê, ji sala 1994an ve ji bo îsbat bikin ku diya wan heye û keça Xalit Aydin e, têkoşîneke hiqûqî dimeşînin.
sala 2021ê li ser biryara dadgehê gora Xalit Aydin hate vekirin û testa DNAyê hate kirin.
Li gorî encamê, Kadriye Aydin ji sedî 99,9 keça Xalit Aydin e. Lê tevî vê yekê jî Birêvebiriya Nifûsê ya Pîranê nasnameyê nade.
“Birêvabir astengiyan derdixe”
Kurê Kadriye Aydin, Muhammed Aydin bangî rayedaran dike û dibêje:
“Banga min li walî, qeymeqam û Serokkomar e ku alîkariya me bikin. Em mexdûr in.
Hema ne diya min e, diya serokkomar, diya wekîlan. 77 sal in mexdûr e em nikarin bibin nexweşxanê jî.
Me mehkeme jî qezenc kiriye lê midurê nifûsê me asteng dike."
Merivê malbatê Cîhan Aydin jî got, “Vê dayikê 77 sal in tu xêrek ji heyata xwe nedîtiye.
Lê em qayîl in ku ji îro şûnde bibe xwediyê nasnameya xwe.”
Kadriye Aydin 77 sal in dijî, lê di qeydên fermî yên dewletê de "tune" tê hesibandin.
Heta niha navê wê di deftera saxan de nehatiye nivîsandin û eger heta roja mirina xwe nasnameya xwe wernegire, navê wê dê di deftera miriyan de jî cih negire.