Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê siyasî yê Kurd Îbrahîm Ateş, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa Tya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê hat berdan.

Îbrahîm Ateş sala 1995an li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Piştre li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û bi tohmeta “têkdana yekparçeyiya dewletê” cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Îbrahîm Ateş di van 30 salan de di girtîgehên Semsûr, Balikesîr, Qeyserî û Meletiyê de girtî ma.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Ateş îro ji Girtîgeha Tîpa Tya Meletiyê hat berdan.

Îbrahîm Ateş li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat û xizmên xwe, berpirsên DEM Partiyê û endamên komeleyên malbatên girtiyan ve hat pêşwazîkirin û piştre ber bi Amedê ve bi rê ket.