Mexmûr – 2 çekdarên DAIŞê bi çekên xwe ve teslîm bûn
Mexmûr (Rûdaw) – Li devera Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, 2 çekdarên DAIŞê teslîmî hêzên Pêşmerge bûn.
Duh êvarê li gundê Sultan Ebdullah yê nêzîkî bajarokê Mexmûrê, 2 çekdarên DAIŞê teslîmî Pêşmerge bûn.
Fermandeyekî Pêşmerge li ser teslîmbûna DAIŞiyan ji Rûdawê re got, ew çekdarên DAIŞê, iraqî bûn ku ji gundê Nesir hatibûn.
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî li ser teslîbûna wan DAIŞiyan agahiyên zêde da Rûdawê û got, ew çekdar şeva borî saet 10 teslîm bûn û niha di bin lêpirsînê de ne.
Sîrwan Barzanî li ser çawaniya teslîmbûna wan jî got, DAIŞiyên ku tên teslîm dibin divê ji dûr ve çek û kincên xwe derxînin û paşê teslîm bibin û got, DAIŞ li aliyê Mexmûrê lawaz bûye ji ber wê jî çekdarên wê hêviya wan bi rêxistinê nemaye û ji tirsa tên teslîm dibin.
Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê her wiha ragihand, gellek kes tên teslîm dibin, her çiqas hinek ji wan nabêjin em endam yan çekdarên DAIŞê ne lê ji deverên di bin destê DAIŞê de tên…