Şaredariya Midyadê ya AK Partiyê navê ‘Ahmet Kaya’ li cadeyekê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya di bin birêvebiriya AK Partiyê de, navê Cadeya Mezarlik/1ê guhert û kir "Cadeya Ahmet Kaya".

Şaredariya navçeya Midyadê ev guhertin bi rêya medyaya civakî ragihand û daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Em gelekî kêfxweş in ku navê Ahmet Kayayê ku bi huner û dengê xwe îlham daye bi milyonan kesan, li navçeya xwe didin jiyîn."

Hat diyarkirin ku ev guhertin bi biryara ku meclisa şaredariyê daye pêk hatiye.