Erdogan: Ez ji daxuyaniyên li Amedê aciz bûm

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku ew dê vê hefteyê bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtinekê pêk bîne.

Recep Tayyîp Erdogan piştî ziyareta xwe ya welatên Kendavê, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan ragihand ku ew dê dawiya vê hefteyê li ser pêvajoyê bi heyeta DEM Partiyê re bicive.

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha diyar kir ku ew ji daxuyaniyên dawî yên li Amedê aciz bûye.

“Ez ji daxuyaniyên li Amedê aciz bûm”

Recep Tayyîp Erdogan li ser pêşhatên dawî yên pêvajoyê axivî û got,"Rastî, min nexwest DEM Partî nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan bide.

Ez texmîn dikim ku heta dawiya vê hefteyê em dê heyeta DEM Partiyê qebûl bikin û bicivin.

Em dê van mijaran bi wan re jî li ser maseyê gotûbêj bikin."

Erdogan diyar kir ku ew bawer nake heyeta DEM Partiyê li dijî pêvajoya çareseriyê be û wiha domad:

"Min zêdetir bi Pervîn Xanimê re li ser van mijaran hevdîtin pêk anîn.

Hêvîdar im di hevdîtina ku em dê dawiya vê hefteyê bikin de derfeta me çêbibe ku em van mijaran careke din binirxînin.

Ji ber ku Tirkiyeyeke Bêteror’ ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya Tirkiyeyê bi feyde ye. Ji Laz, Tirk û Kurdên wê, ji bo me hemiyan, ji bo 86 milyonî bi feyde ye."

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ku ew ji daxuyaniyên li Amedê aciz bûye û got:

"Dema ku me digot welat êdî ketiye hewaya 'Tirkiyeya Bêteror', bi rastî ez xemgîn bûm ku min tiştên bi vî rengî ji Amedê bihîstin.

Hêvîdar im di demeke nêzîk de ji vê yekê xilas bibin û Tirkiyeya ku aştî, aramî û biratî lê serwer e ava bikin."

“Em ji bo Xezeyê her cure piştgiriyê amade ne”

Recep Tayyip Erdogan li ser rewşa dawî ya li Xezeyê û agirbesta Hemas û Îsraîlê jî axivî.

Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku Xeze dê ji nû ve bê avakirin û got, "Xeze dê ji nû ve rabe ser pêyan, bila gumana ti kesî ji vê nebe.

Erdogan derbarê binpêkirinên agirbestê yên Îsraîlê jî axivî û got, "Divê bi cezayan û rawestandina firotina çekan, Îsraîl bê neçarkirin ku soza xwe bi cih bîne.

Em pêngavên vê yekê diavêjin û em dê avêtina wan gavan bidomînin."