Hesretê 30 salî ajot: 'Kulîlkên Azadiyê' li Amedê ne
Amed (Rûdaw) - Koma muzîkê ya Kurdî Koma Amed, beriya konsera xwe ya 25ê Çiriya Pêşîn ji bo piştgiriya Amedsporê li Amedstorê formayên tîma kesk û sor îmze kirin.
Endamên komê bi coşeke mezin ji aliyê hezkiriyên xwe ve hatin pêşwazîkirin.
Koma muzîkê ya navdar Koma Amed di dîroka xwe de cara yekem dê li Amedê konserekê li dar bixe.
Konsera Koma Amed dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Navçeya Peyasê ve roja şemiyê 25ê vê mehê saet 19:00an li Qada Newrozê bê sazkirin.
“Em dê li vir ji gelê xwe re stranan bêjin”
Endamên komê berî konserê ji bo îmzekirina formayên Amedsporê li Amedstorê bi hezkiriyên xwe re hatin ba hev.
Alîgirên Amedsporê û hezkiriyên komê bi coşeke mezin Koma Amed pêşwazî kir û formayên xwe dan îmzekirin.
Endamê Koma Amed Hunermend Ahmet got, "Bi rastî me li Amedê qet konserek çênekiribû.
Koma me belav bûbû, piştî 30 salan em hatin ba hev û em dê li vir ji gelê xwe re stranan bêjin.”
Endamê Koma Amed Hunermend Mehmet jî got, "Belkî piştî çend rojan ez bêm ser xwe da ku karibim hestên xwe bînim zimên. Ez nizanim çi bêjim. Min bawer nedikir ku ev roj were.”
Endamê Koma Amed Hunermend Silêman jî got, "Hêvî dikim ku careke din kes dûrî welatê xwe nemîne.
Bila kes hesreta welatê xwe nekişîne hesreta axa xwe nekişîne. Amed ji bo min pir girîng e.”
Endamê Koma Amed Hunermend Serhat jî got, "Hûn jî dibînin, kelecaneke mezin heye.
30 sal in Koma Amed ava bûye lê cara yekem e ku em hemû endamên Koma Amed tên Amedê.
Sibe na, dusibe konsera me heye. Ji bo pêşwazîkirina gelê Amedê û şaredariyê em gelekî spasiya wan dikin."
Ji bo konserê ji Holendayê hatin Amedê
Navê vê zaroka biçûk a ku bi formayê Amedsporê li benda îmzeyê ye Êvar e. "Êvar" jî yek ji stranên herî navdar ên Koma Amed ye.
Malbatê navê wê stranê li zaroka xwe kiriye û ji bo konserê ji Holendayê hatine Amedê.
Delal Zumruta Dayika Êvarê got, "Koma Amed piştî 29 salan li Parîsê konser dabû, me di wê konserê de biryar da ku navê keça xwe bikin Êvar.
Dema konserê hîn zaroka me çênebûbû. Me dizanî ku zaroka me keçik e lê eger lawik bûya jî me dê navê wî kiriba Êvar.”
Hezkiriyên komê jî kelecana xwe anîn zimên.
Welatî Serhat Karakaş got, "Ez ji wan gelekî hez dikim. Koma me ye Koma Amed e."
Welatiya bi navê Leyla Gungor got, "Ez pir kêfxweş im ku piştî 30 salan hatine welatê xwe û dê stranên xwe yên ku me 30 sal berê li wan guhdar dikir li Amedê dîsa ji me re bêjin."
Welatî Sedat Kiran got, "Dema me li Koma Amed guhdar dikir, hestên me yên Kurdewarî coş dibûn. Em bi muzîka Koma Amed re gelek kêfxweş dibûn.”
Gamze Gulerê jî got, "Koma Amed zaroktiya min îfade dike, ciwantiya min îfade dike. Em bi stranên wan mezin bûn.”
Welatiyê bi navê Rohat Agayan jî got, "Piştî 30 salan Koma Amed hatiye Amedê, em gelekî hestiyar in.”
Welatiyê bi navê Ercan Şaşmaz got, "Kulîlkên azadiyê hatine Amedê, em pir kêfxweş in.”
“Hêvîdar im ev pêvajoya aştiyê bibe sedem ku hunermend vegerin”
Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaşê jî got, "Hêvîdar im ku ev pêvajoya aştî û aramiyê bibe sedem ku hemû hunermendên me berê xwe bidin war û welatê xwe.”
Koma Amed ku bi stranên xwe di dilê bi milyonan Kurdan de cih girtiye dê roja şemiyê li Qada Newrozê saet 19:00an derkeve ser dikê û stranên xwe yên herî xweş pêşkêşî hezkiriyên xwe bike.