Ahmet Turk bi daxwaza girtinê şandin dadgehê

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ku di çarçoveya operasyonekê de hatibû desteserkirin, bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin.


Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê di 17ê Mijdarê de Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ji pewirê dûr xistibû û 21ê Mijdarê hatibû desteserkirin.


Piştî îfadeya dozgeriyê Ahmet Turk bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.


Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm li şûna Ahmet Turk bo rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê tayînkiribû.