Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîn berfa zivistanê li 3 parçeyên Kurdistanê girt û li navçeyên çiyayî yên Bakûr, Başûr û Rojhilat berfeke zêde barî.
Ji şeva derbasbûyî ye 23-11-2017ê ve pêleke berfê li bajarên Agirî, Wan û Colemêrgê dest pê kiriye. Li navenda Wanê 20 santîm berf barî ye.
Walîtiya Wanê ragihand, ku ji ber berfê dibistanên 3 navçeyan ketine betlaneyê.
Li Başûrê Kurdistanê jî berfê li parêzgeha Duhokê dest pê kir. Herêmên çiyayî yên Behdînanê berfeke zêde bariye.
Beşek ji navçeyên Hewlêrê, bi taybetî li Balekayetî, Hecî Omran û Pîrmamê jî berfê girt.
Peyamnêrê Rûdawê li Soranê Bextiyar Qadir ragihand, li piraniya navçeyên ser sînor berf dibare.
Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî ji roja pênşemê ve berfê dest pê kiriye. Li parêzgehên Urmiye û Sineyê berfeke zêde bariye.
Li gorî dîmenên, ku ji bajarê Pîranşar a Urmiyê ji Rûdawê re hatiye şandin, ji şevê din ve li vî bajarî berf dibare.
Herwiha li bilindahiyên Çiyayê Jalane ya bajarê Sewlawa ya Sineyê jî 50 santîm berf bariye û rêyên hatinûnê hatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse