Li Kerkûkê bavek dixwaze gurçika keça xwe bifiroşe lê aşkere dibe
Kerkûk (Rûdaw) - Li Kerkûkê jineke 37 salî piştî ku ji hevjînê xwe cuda dibe vedigere mala bavê xwe, bavê wê xwestiye gurçika keça xwe bifiroşe lê berî ku neştergerî jê re bê kirin ew jin reviyaye û niha li şeltereke taybet bi jinan dimîne.
Ew jina temenê 37 salî ku nav û nasnameya wê li cem Rûdawê parastî ye, dibêje bavê wê jê re gotiye ku debara jiyana wan nîne ji ber wê divê gorçika xwe bifiroşe.
Wê jinê ji Rûdawê re ragihand: “Bavê min got pêwîst e gurçika te bifiroşim, pêştir bi heman awayî gurçika xwîşka min a biçûk ku niha zewiciye, bi neştergeriyê anîbû derê, paşê xwîşka min ji min re got, gelek agahdar be ew wisa li gel pizîşkan rêkevtiye ku du gurçikan bifiroşe.”
Piştî ku ji plana bavê xwe agahdar dibe, ew jin ji mala bavê xwe direve û niha li şeltereke xwedîkirina jinan li Hewlêrê dimîne. Herwiha derbarê bavê wê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Bi gotina wê jinê, wê di jiyana xwe de gelek zehmetî dîtine, her ji destpêkê ve bavê wê li hember wergirtina pere, ew bi zorê daye mêr û daye kesekî pîr û li cem hevjînê xwe yê berê rojên pir zehmet derbas kirine.
Ew jin dibêj: “Em çar xwîşk in, bavê me bazirganî bi me dikir, li hember hinek pere werdigirt. Sê xwîşkên min ên din zewicîbûn lê ez mabûm. Ji min re jî zilamek dîtibû ku 16 salan ji min mezintir bû. Li hember, pere wergirt, paşê ez bêdeng bûm ji ber hevjînê xwe, ku weke xizmetkarekî bi min re reftar dikirin.”
Li gor amarên dezgehên ewlehiyê, di sala bihorî de 213 haletên tundûtîjiyên malbatî yên weke kuştina jinan, destdirêjiya seksî, lêdan û destbiserdegirtin, li Kerkûkê hatine tomarkirin. Tenê di heşt mehên îsal de jî 170 haletên tundûtîjiyê hatine tomarkirin.
Parêzer li Komeleya Hîwa Ya Iraqî, Çîmen Ehmed derbarê rewşa jinên ku penah didin ber şeleteran, ji Rûdawê re got: “Wan pirsgirêkan cih heye, car caran ji saziyên hikûmetê ve bo me dişînin, çareseriyên li cem me civakî û yasayî ne, me navenda rênimayiyan heye, em destpêkê hewla çareserkirina malbatî didin.”