RIHA - Malbata zarokekî êrişî mamosteyan kir: 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê yê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li dibistanekê malbatên zarokan li 3 mamosteyan xistin.

Di encama êrişê de 3 mamoste birîndar bûn.

Li dibistana gundê Xazanê doh, ji ber sedemeke nediyar di navbera malbata zarokekî û mamosteyan de nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de 4 kesan li nav dibistanê li cîgirê rêvebirê dibistanê û du mamosteyan xistin.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û 4 kes hatin desteserkirin.

Her sê mamosteyan li nexweşxaneyê rapora derbê wergirtin û derbarê êrişkaran de gilî tomar kirin.

Dîmenên dema êrişê bi kameraya telefonê hat tomarkirin.

Rêvebirê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê Asim Sultanoglu, serdana dibistana gundê Xazanê û mamosteyan kir û piştgirî da wan.

Rêvebirê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê Asim Sultanoglu got:

“Ez êrişa li dijî mamosteyan bi tundî şermezar dikim. Ji bo ku bûyerên bi vî awayî dubare nebin em dê bi mamosteyên xwe re bin û piştgiriya wan bikin.”