Îsal li Herêma Kurdistanê 61 kes xeniqîne

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ragihandinê yê Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê ragihand ku îsal 61 kes di avê de xeniqîne.

Birêvebirê Ragihandinê yê Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş li ser bûyerên xeniqînê yên li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Serkewt Kareş got, "Ji destpêka salê ve 61 kes li Herêma Kurdistanê di avê de xeniqîne.

Di asta parêzgehan de, xeniqîn herî zêde li Hewlêrê û herî kêm li Helebceyê bûye."

Serkewt Kareş behsa wê yekê dike ku her îsal wan 117 kes ji xeniqînê rizgar kirine.

Serkewt her wiha amaje bi wê yekê kir ku wan karên zêde kirine bi armanca kêmkirina bûyerên xeniqînê û got:

"Me rênîşanderên zêdetir daliqandine û tîmên me zû digihîjn cihê bûyeran."

"Termên du kesan nehatine dîtin"

Li gorî gotina Serkewt Kareş, termên du kesên ji wan ên ku xeniqîne hîn nehatine dîtin; yek ji wan Avesta Yûsif û yê din zarokek bûye li Soranê û wiha pê de çû:

"Helkefta cografyaya Kurdistanê ji herêmên din cuda ye û di nav avê de tunel, qul û kelên zêde hene, lewma hinek caran term nayên dîtin."

Amarên bûyerên xeniqînê yên li Herêma Kurdistanê wiha ne:

Parêzgeha Hewlêrê: 21 kes
Parêzgeha Silêmaniyê: 3 kes
Parêzgeha Dihokê: 5 kes
Parêzgeha Helebceyê: 2 kes
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê: 8 kes
Îdareya Serbixwe ya Soranê: 10 kes
Îdareya Serbixwe ya Raperînê: 2 kes
Îdareya Germiyanê: 2 kes
Akrê: 8 kes

Li gorî amara Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan a li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, sala 2023yan 61 kes di ava rûbar û çeman de xeniqîbûn.