Li Şingalê goreke din a bikom a Kurdên Êzidî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Husên Qaîdî diyar kir ku li Şingalê goreke din a bikom a Kurdên Êzîdî hat dîtin.

Husên Qaidî ragihand ku li başûrê navçeya Şingalê goreke din a bikom a Kurdên Êzidî hatiye dîtin lê heta niha ne diyar e bê çend term di wê gorê de hene.

Şêwirmendê Kar û Barên Êzidiyan ê Serokatiya Herêma Kurdistanê Husên Qaîdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Derdora gorê hatiye têlkirin lê ne diyar e bê çend term tê de hene.

Divê Birêvebiriya Kar û Barên Gorên Bikom a Îraqê wê gorê veke û em jî li benda wan in."

Li gorî gotina Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî heta niha 94 gorên bikom ên Kurdên Êzidî hatine dîtin ku 70 ji wan hatine vekirin.

Li aliyê din,Birêvebirê Giştî yê Tenduristiya Mûsilê Dilşad Elî ji Rûdawê re got: "Piştî temambûna rêkaran, Tiba Dadî ya Mûsilê dê pişkinînê ji bo terman bike."

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin.

Li gorî amarên Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û heta îro 3 hezar û 590 kes hatine rizgarkirin.

Her wiha li gorî amarên wê ofîsê, heta îro termên 274 kesan hatine dîtin ku di dema êrişa DAIŞê de hatibûn revandin ku 237 kes jê zilam û 37 jin bûne.