Îsal zêdeyî 260 caran agir bi daristanên Sineyê ketiye
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Jîngehê yê Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Merûf Qadirî ragihand ku di 8 mehan de zêdeyî 260 caran daristanên parêzgehê şewitîne.
Merûf Qadirî destnîşan kir ku di wê demê de 4 hezar û 900 hektar ji rûbera daristan û mêrgên parêzgehê şewitîne.
Alîkarê Birêvebirê Jîngehê yê Parêzgeha Sineyê Kurdistanê Merûf Qadirî amarên agir û şewitîna daristan û mêrgên parêzgehê yên heşt mehên îsal eşkere kirin.
Bi gotina Merûf Qadirî, îsal ji 21ê Adarê heta 21ê Çiriya Paşîn herî kêm 263 caran agir bi daristan û mêrgên parêzgehê ketiye û zerereke zêde ya jîngehî çêbûye.
Alîkarê Birêvebirê Jîngehê yê Parêzgeha Sineyê got ku di wê demê de bi giştî 4 hezar û 900 hektar daristan û mêrgên sînorê parêzgehê şewitîne.
Merûf Qadirî amaje bi sedemên şewatan dike û dibêje ku guherîna avhewayê, kêmbaranî û bilindbûna pileya germê sedemên sereke yên agirên daristan, pûş û mêrgan in.
Li gorî Merûf Qadirî mirov jî sedema beşek ji şewatan in.
Ji 2 milyon û 900 hezar hektar rûbera parêzgeha Sine, 340 hezar hektar daristan e û yek milyon û 740 hezar hektar jî pûş û mêrg e.