Hewlêr û Eman dixwazin pêwendiyên xwe berfirehtir bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, Konsulê Giştî yê nû yê Urdinê Ziyad Betarse qebûl kir.
Nêçîrvan Barzanî ji bo biserxistina erkê wî "hemû piştgiriya xwe" anî zimên.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Konsulê Giştî yê nû yê Urdinê yê Herêma Kurdistanê Ziyad Betarse re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê, Ziyad Betarse ji bo karê wî yê nû pîroz kir.
Pêwendiyên dîrokî
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa “pêwendiyên dîrokî” yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de hatiye kirin.
Her du aliyan bal kişandiye ser amadehî û xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistin û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de.
Li gorî daxuyaniyê, “hilbijartinên Parlamentoya Îraqê” û “rewşa giştî ya Îraqê” mijarên din ên civînê bûn.