Li Efrînê li dijî DAIŞê dest bi operasyonekê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku wan li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê da zanîn ku Birêvebiriya Asayîşa Navxwe ya Helebê, bi hevkariya Dezgeha Îstixbarata Giştî, îro dest bi operasyonê kiriye.

"Şane bûn hedef"

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê di operasyona berfireh de çeper û şaneyên rêxistina DAIŞê bûn hedef.

Hêzên ewlehiyê bi taybetî li ser wan xalan hûr bûn ku “metirsiya terorê” li wan deran heye.

Operasyon li Kefer Ceneyê ye

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, operasyon li bajarokê Kefer Ceneyê yê navçeya Şerayê tê birêvebirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê diyar kir ku xebatên wan ên li dijî şaneyan didomin.