Nasnameyên 2 fermandaran hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê nasnameyên 2 fermandaran eşkere kirin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku 2 fermandarên wan ên payebilind bi navên Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr di demên cuda de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê her du fermandar Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Endamên Konseya Fermandariyê ya HPGyê bûne.

Li gorî daxuyaniyê, Sabrî Tendûrek 18ê Gulana 2016an û Masîro Xabûr jî 27ê Gulana 2020ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wisa ne:

Masîro Xabûr: Navê wî yê fermî Bedîrxan Abo ye, li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wî Nerîman navê bavê wî Halît e. 27ê Gulana 2020an li Herêmên Parastinê yên Medyayê canê xwe ji dest daye.

Sabrî Tendûrek: Navê wî yê fermî Fetîh Şarlatan e, li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Navê dayika wî Cemşîde ye û navê bavê wî jî Adil e.

18ê Gulana 2016an li Herêmên Parastinê yên Medyayê canê xwe ji dest daye.

HPGyê di berdewamiya daxuyaniyê de ji gelê Kurdistanê û malbatên fermandarên gerîlayan re sersaxî xwest.