Serok Mesûd Barzanî û Eyad Elawî li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Serokê Hevpeymaniya Wîfaqa Niştimanî Dr. Eyad Elawî pêşwazî kir.

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Wîfaqa Niştimanî Dr. Eyad Elawî civiyan.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî di civînê de pêvajoya siyasî ya Îraqê guherîn û pêşhatên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, qonaxa piştî hilbijartinan, dan û standinên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Îraqê hatin gotûbêjkirin.