‘Yekrêziya kurdan ji bo Cenevre 3yê giring e’

24-12-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser beşdariya kurdan di kongireyên girêdayî çareserkirina kirîza Sûriyê de, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got, ji bo ku mafên miletê kurd neyin wenda kirin, yekrêziya kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji bo kongireyê “Cenevre 3yê” gelekî girîng e.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di hevpeyvînekê de ji radio Rûdaw re diyar kir, ENKSê bi tena xwe di nava hêzên dijbereya Sûriyê de lawaze û herweha TEV-DEM jî li aliyê rêjîma Sûriyê bi tena xwe lawaz e gû got, di vê qonaxê de, ji bo ku mafên miletê kurd neyin wenda kirin, yekrêziya kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji bo kongireyê Cenevre 3yê gelekî girîng e.

Herwiha Îbrahîm Biro got, niha dema karkirin ji bo amedekariyên lidarketina kongireyê navdewletî Cenevre 3yê ya  ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Biro daxyakirin, ku ew yek jî derfeteke din e ji damezrandina lêvegerekê re, ji bo beşdarbûneke bi hêz a kurdên Rojavayê Kurdistanê di wî kongireyî de.

Li ser jihevdûrbûna di navbera ENKSê û TEV-DEMê de, serokê ENKSê amaje kir ku tevî birînan û zora ku ji aliyê TEV-DEMê li wan tê kirin, ew dê dîsa bo mafên miletê kurd ên netewî li Rojavayê Kurdistanê di vê qonaxê de neyin wenda kirin, dikarin wê zora ji bîr bikin û nêrin û helwesta xwe bikin yek. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst