HSDê li Kobanî dest bi operasyonê kir – Gundekî ereban hat rizgarkirin!

24-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Kobanî (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Semokratîk (HSD) operasyonek li başûrê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û gundê "Seharc Cibalê" ku akinicyên wê Ereb in, kuntirol kirin.

 

Hêzên Sûriya Semokratîk, duh operasyonên girtna gundên başûrê Kobanî dest pê kirin. Di yekemîn qonaxa operasyonê de gundê Seharic Cibalê ji DAIŞê standin.

 

Xelkê wî gundî heftiyekê berî niha bi wan hêzan re dest bi danûstandinan kiribûn.

 

Di wê operasyonê de balafirên hevpeymaniya navdewletî jî alîkariya HSDê dikin û çend baregehên DAIŞê li başûrê Kobanî bombebaran kirin.

 

Di operasyona başûrê Kobanî de ev komên HSDê cih digirin:

 

Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Lîwa El-Tehrîr, Tabûrên Şems El-Şemal, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Kombûna Tugayên Cizîrê û Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst