Sine (Rûdaw) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, jinek kurd navê xwe ji bo namzediya Encumena Şarezayan a Îranê tomar kir.
Dema tomarkirina navên namzedên Encumena Şarezayan a Îranê duh xilas bû. Li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 22 kesan navê xwe ji bo hilbijartinên Encumana Şarezayan tomar kirin.
Li gorî agahiyan, li bajarê Sine jinek kurd jî navê xwe ji bo namzediya Encumena Şarezayan tomar kir. Cara yekemîn e tiştekî wiha li Rojhilatê Kurdistanê dibe. Navê wê jina kurd, Tûba Husênî ye.
Tûba Husênî piştî ku navê xwe tomar kir, got, ez dixwazim wek nûnera jinan tevlî vê hevrikiyê bibim û mafên jinan biparêzim.
Wê jina kurd, ku mamosta ye, diyar kir ku ev 24 sal in mamostatiyê dike û got, ez dixwazim tecrubeya xwe di vê rêyê de bikar bînim û hêvîdar im namzediya min were pesendkirin.
Piştî ku navên berendaman hatin tomarkirin, Encumena Parastina Destûra Îranê (Şûrayê Nigehban) biryar dide ka kîjan berendam dikare bibe namzed yan nikare.
Hat gotin ku di nav berendamên Sine de 2 kesên şîe hene, yên din jî sunnî ne.
Di Encumena Şarezayan a Îranê de, 2 nûnerên eyaleta Sine hene.
Hilbijartinên Encumena Şarezayan roja 9ê Adara sala 2016ê tê kirin. Hejmara endamên wê encumenê 88 kes in û 5 salan carekê ji aliyê gel ve tên hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse