Li Başûrê Kurdistanê 3 roj betlaneya sersalê hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê sê roj weke betlaneya serê sala nû diyar kir û Berdevkê Hikûmetê dibêje, betlaneya sersalê dê ji 30ê meha Kanûnê dest pê bike û roja 2ê Çileya 2019an karkirin li tevahiya sazî û dezgehan li Herêma Kurdistanê dest pê dike.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî bi helkevta hatina serê sala nû ya Zayînî peyamek belav kir û têde li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sala nû li gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz kir.

 

Sefîn Dizeyî di peyama xwe de dibêje: “Bi helkevta sersala nû ya Zayînî em bi germî pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û hemû xortên gelê xwe dikin, bi hêviya ku îsal bibe hevêna xweşguzeraniyê û seqamgîriyê û derketina ji girift û qeyranan û tekeziya li ser xurttirbûna rihê biratiyê di navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê”.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, ku ji bo sersala nû 3 roj weke betlaneya giştî li herêmê hatine diyarkirin û got: “Bi vê helkevtê, em ji welatiyên xoştevî yên Herêma Kurdistanê re radigihînin, ku rojên 30 û 31ê meha 12a 2018 û herwiha roja 01-01-2019 wate, Yekşembî, Duşembî û Sêşembî li tevahiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibin pişûya fermî”.

 

Bi gotina Dizeyî, roja Çarşembiyê 02-01-2018 karkirin li saziyên herêmê dest pê dike.