Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê sir û seqem û berf berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erdexan, Erzerom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê sir û seqem û barîna berfê berdewam e.
Li gor amarên Saziya Keşnasî ya Tirkiyê li parêzgeha Erdexanê şeva borî pileya germê daket bin sifirê 7 pile, li parêzgeha Erzeromê jî daket 9 pile û li seranserê parêzgehan qeşa çêbû.
Herwiha li cihên bilind wek Navenda Kaşûnê ya Palandokenê berf gehişte 20 santimetre û li Navenda Kaşûnê ya Konakli jî 8 santîmetre berf bariya.
Li navçeya Qamûşanê ser bi parêzgeha Qersê jî bi şevan pileya germê dadikeve bin sifirê 10 pile û ji ber hewaya sar her derê qeşa girtiye. Li Navenda Kaşûnê ya heman navçeyê nêzîka 12 santimetre berf bariya ye.