Serokê PAKê bo êrişa Parîsê: Divê hemû Kurd li himberî êrîşên wiha helwesteke yekgirtî bigirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin şermezar kir û got: “Divê hemû Kurdên cîhanê li himberî êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî helwesteke yekgirtî bigirin.”
Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê daxuyaniyek da û got: “Ez êrîşa nîjadperestî ya li ser Kurdên li Parîsê dijîn hatiye kirin şermezar dikim.”
Mustafa Ozçelîk sersaxî ji malbatên qurbanîyên êrîşê re, şîfaya xêrê ji birîndaran re xwest û got: “Serê gelê me sax be.”
Ozçelîk bi bîr xist ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron di derbarê vê êrîşa çekdarî de hevxemiya xwe diyar kiriye û gotye Kurd bûne armanc û dibêje: “Ji ber vê helwesta cenabê wî, ez spasiya rêzdar Macron dikim û hêvî dikim ku di demeke kurt de sebebê vê êrîşê û yên li pişt vê êrîşê ne bêne diyarkirin û êrîşkar jî bên cezakirin.”
Serokê PAKê bangli Kurdan kir û got: “Di serî de hemû Kurdên ku li dîasporayê dijîn, divê hemû kurdên cîhanê li himberî êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî helwesteke yekgirtî bigirin.”