Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrial: Tevahiyan amadekariyên Krîmesê temam bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrial li Mîdyata Mêrdînê Kuryakos Ergun ragihand ku li Mêrdîn û Amedê tevahiya amadekariyên Cejna Krîmesê temam bûne û ew cejn li hemû Mesihiyan pîroz kir.
Cîhan amadekariyan bo Cejna Krîsmesê dike, li Kurdistanê jî îşev merasîmên taybet bi qedasa pîroz tên sazkirin. Di nerîna Krîstiyanên rojavayî û beşek Krîstiyanên rojhilat de, 25ê Kanûnê roja Krîsmesê ye. Rêûresmên Kirsmismê ji Îşev destpê dike, nimêj û lava tên kirin. Li welatên cûda û li Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê merasîma kirîsmesê tê sazkirin, li kenîseyan merasîm hene.
Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrial li Mîdyata Mêrdînê Kuryakos Ergun beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa amadekariyên Cejna Krîmesê li Mêrdînê kir.
Kuryakos Ergun diyar kir ku weke îşev Îsa Mesihî hatiye dinyayê û got: “Hemû amadekariyên Cejna Krîmesê temam bûne û li dêran jî amadekarî hatine kirin, îşev û sibê dê qadas çêbibin. Xelkê me jî hemû amadekariyên xwe kirine û em dê sibê jî vê cejnê li hev pîroz bikin. Merasîmên îşev dê saetekê heta saetek û nîv berdewam bikin, lê merasîmên sibê dê zêdeyê sê saetan berdewam bikin. Piştî ayînan jî xelk dê li dêran cejnê li hev pîroz bikin û piştî wê jî dê li malan serdana hev bikin û bereketa vê cejnê dê bi xwe re bigerînin.”
Ergun dibêje: “Li Mêrdînê dibe hinek protestan û katolîk hebin, lê piranî ortodoks in. Weke hûn jî dizanin hinek ji me vê cejnê 6ê vê mehê pîroz dikin, lê li Mêrdîn, Amed, Êlih û Şirnexê em hemû dê sibe pîroz bikin.”
Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrial li Mîdyata Mêrdînê eşkere kir ku dibe ku Krîstiyanên Kurd û Tirk jî hebin, lê li Mêrdînê weke Sûryan 3-4 hezar kes hene û got: “Lê di fermiyetê de hejmara ew kesên ku li vê derê xwedî nasname ne nêzîkî 30 hezar heta 50 hezar kes in. Di werza havînê de gelek ji wan tên welat û nifûsa me digehêje 10 hezaran. Ew xelkê me yên ku çûna Ewropayê niha vedigerin vê derê û mal û gundên xwe ava dikin.”
Bi gotina Kuryakos Ergun her çend kêm be jî derdora 100 Kurdên Krîstiyan li Mêrdîn û Amedê hene.
Serokê Weqfa Manastira Mor Gabrial li Mîdyata Mêrdînê Kuryakos Ergun herwiha destnîşan kir ku gelek Suryan koçber bûne û derbarê vê yekê de got: “Derdora 100 hezar Suryanî li Almanyayê hene û li Swêdê jî nêzîkî 100 hezar Suryanî hene û di heman demê de li Awustral, li Amerîka û li welatên din ên Ewropa jî hene. Ez dikarim bibêjim ku nêzîkî milyonek Sûryanî koçberî welatên Ewropa û Amerîkayê bûne.”