Dadwerên nû sonda fermî xwar û wan dest bi karê xwe kir

Erbil (Rûdaw) – Dadwerên ku nû hatin tayînkirin, bi merasîma sondxwarinê ya ku Serokê Herêma Kudistanê jî hazir bû sond xwar û wan dest bi karê xwe kir.

Casim Ceza Cafir, Casim Mihemed Mistefa û Tahir Elî Hesen ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Herêma Kurdistanê ve wekî dadger hatin tayînkirin.

Dadgerên nû li hizûra Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî sonda dadgeriyê xwar.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê; Serokê Konseya Dadê, alîkarên wî û Serokê Giştî yê Dadê jî beşdarî merasîmê bûn.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de dadgerên nû pîroz kirin û ji wan re serkeftin xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew piştgiriyê dide serbixwebûna dadgeran û dagehan.

Herwiha destnîşan kir ku divê ew bibin haveynê bicihkirina dadê û ewlehiya xelkê.