Li Qoserê pevçûna çekdarî: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn nîqaş derket.
Nîqaş mezin bû û veguherî pevçûna çekdarî.
Di encama pevçûnê de kesên bi navê S.Î (51), F.Î (55), S.Î (52) û A.Î (53) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.