HPGyê nasnameyên 3 gerîlayan eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayan eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku wan gerîlayan sala 2023yan li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Em hevrêyên xwe Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê ku di têkoşîna sala 2023yan de li herêma Zapê tevlî karwanê şehîdan bûne, bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameyan gerîlayan wiha ne:

Şahîn Cîlo: Navê wî yê fermî Mazlum Alas e û ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

16ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Zapê canê xwe ji dest daye.

Demhat Dirbêsiyê: Navê wî yê fermî Raman Hesen Yûsuf e û ji Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ye.

30ê Çiriya Paşîn a 2023yan li Zapê canê xwe ji dest daye.

Zinar Hesekê: Navê wî yê fermî Hiseyn Abdo ye û ji Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê ye.

30ê Çiriya Paşîn a 2023yan li Zapê canê xwe ji dest daye.