Hişyariya gazê li Sine û Urmiyeyê: Bi dehan kes bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Urmiye û Sineyê yên Rojhilatê Kurdistanê, rewşa jehrîbûna ji gaza malan gihiştiye asteke metirsîdar.

Birêvebirê Hawarçûnê yê Sineyê Babek Hudayî ragihand ku li wî bajarî di nav mehekê de 6 kesan ji ber gaza karbon monoksîdê canê xwe ji dest daye.

34 kes rakirine nexweşxaneyan

Babek Hudayî diyar kir ku di navbera 21ê Çiriya Paşîn û 21ê Kanûna Pêşîn de 34 kesên din jî jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Amarên fermî nîşan didin ku di demsala sar û payîza îsal de, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê 221 kes bi jehrê ketine.

Urmiye û Sine li pêş in

Parêzgeha Urmiyeyê bi 39 bûyeran û Sine bi 25 bûyeran di pêşiya wan deveran de ne ku herî zêde zerer dîtine.

Berpirsên tenduristiyê hişyarî didin welatiyan ku divê ew her dem çavdêriya sobeyên gazê û boriyên dûmanê bikin.

Her wiha hat xwestin ku welatî piştrast bin ku di nava malên wan de guhertina hewayê heye da ku pêşî li van karesatan were girtin.