DÊRSIM - Li Zanîngeha Munzûrê Gaxan hat pîrozkirin
Dêrsim (Rûdaw) - Li Zanîngeha Munzûrê ya li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê şahiyên sersalê yên bi navê “Gaxan”ê hatin lidarxistin.
Pîrozbahiyên Gaxanê bi pêşengiya Koma Zazakî ya Zanîngeha Munzûrê hat sazkirin.
Kurdên Elewî her sal bi coşeke mezin Gaxanê pîroz dikin.
Di çalakiyê de xwendekaran pankartên bi Kirmanckî bilind kirin û daxwaza xwedîderketina li vê çandê kir.
Parêzgarê Dêrsimê jî beşdarî çalakiyên Gaxanê bû û bi xelkê re govend gerand.
"Wateya wê ya nûbûnê heye"
Parêzgarê Dêrsimê Şefik Aygol di şahiyê de axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo eleqeya ciwanan anî ziman:
“Şahiya Gaxanê bi sed salan e li herêma me tê pîrozkirin. Wateya wê ya bereket, yekîtî, nûbûn û destpêkeke nû heye.
Bi taybetî di warê çandî de berhemeke di navbera rabirdû û îro de ye. Her wiha em bextewar bûn ku ciwanên me îro li vê çandê xwedî derdikevin.”
"Divê li cîhanê belav bibe"
Rektorê Zanîngeha Munzûrê Prof. Dr. Kenan Peker jî diyar kir ku ew dê ji bo nasandina Cejna Gaxanê li ser asta cîhanê kar bikin û got:
“Ev çand, ev kevneşopî û çalakî, eger em dixwazin li cîhanê jîngeyeke berdewam hebe, divê ev çand bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî li cîhanê belav bibe.”
"Erkê zanîngehê danasîna çandê ye"
Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Zazakî Doç. Dr. Îlyas Aslan jî bal kişand ser erkê zanîngehan ê di warê parastina çandê de û got:
“Her çi qas erkê zanîngehê xebatên akademîk bin jî divê li gel vê yekê çand, kevneşopî û zimanê herêmê çi dibe bila bibe, bide nasîn û bi pêş de bibe, ev dibe ku Gaxan be yan tiştekî din.”
Şahiyên Gaxanê di serî de li Dêrsimê û li parêzgehên wekî Sêwaz, Erzingan, Çewlîg û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê tên sazkirin.
Gaxan li gorî baweriya Elewiyan roja destpêkirina îbadetên wan e û ev îbadet 3 mehan berdewam dikin.