Dr. Neîm Yûsif: Li herêma Cizîrê 19 dibistanên bi zimanê Suryanî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Dêra Yekîtiya Xirîstiyanan a Dêrikê Keşe Dr. Neîm Yûsif ragihand ku Xiristiyan beşekî sereke yê Rêveberiya Xweser in û li herêma Cizîrê 19 dibistanên wan hene ku bi zimanê Suryanî perwerdeyê didin.

Berpirsê Ebreşiya Cizîrê ya Dêra Yekîtiya Xiristiyan a Dêrikê Dr. Neîm Yûsif bû mêhvanê bultena "Nûroj" a Rûdawê ya ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.

Neîm Yûsif bal kişand ser rewşa Xiristiyanan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û hişyarî da ku dirûşmên tayîfî û olî metirsiyê li ser yekîtiya niştimanî û pêşeroja hemû pêkhateyan çêdikin.

"Em destûreke ku hevrengiya Sûriyeyê biparêze dixwazin"

Dr. Neîm Yûsif destnîşan kir ku ew wekî Xiristiyan daxwazên wan ên taybet nînin, lê daxwaza wan a sereke ew e ku Sûriye bibe xwedî destûreke nû û got:

"Em destûrekê dixwazin ku hevrengiya civaka Sûriyeyê li ber çavan bigire û mafê hevwelatîbûnê ji bo her kesî mîsoger bike."

Yûsif her wiha amaje bi metirsiya zêdebûna dirûşmên olî û tayîfî kir û got:

"Dibe ku hin bûyer şexsî bin, lê divê hikûmet rê li ber van karan bigire û çareseriyeke bingehîn ji rewşê re bibîne."

Rêjeya Xiristiyanan ji sedî 10 daketiye ji sedî 5an

Derbarê hejmar û rêjeya Xiristiyanan a li Sûriyeyê, Dr. Yûsif diyar kir ku berî sala 2011an rêjeya Xiristiyanan derdora ji sedî 10ê niştecihên Sûriyeyê bû, lê niha ev rêje daketiye ji sedî 5an.

Yûsif got, "Koçberbûna Xiristiyanan hîn jî berdewam e, her çend hinekî kêm bûbe jî.

Mixabin heta niha me vegera penaberên Xiristiyan a bo Sûriyeyê nedîtiye."

Rewşa Xiristiyanan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de

Dr. Neîm Yûsif rewşa Xiristiyanan a li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi erênî nirxand û bal kişand ser saziyên wan ên olî û siyasî.

Li gorî zanyariyên ku wî dane:

- Li herêma Cizîrê di navbera 45-50 dêrên Xiristiyanan hene.

- 5 partiyên siyasî yên Xiristiyanan çalak in.

- 19 dibistanên wan hene ku bi awayekî azad perwerdeya xwe bi zimanê Suryanî didin.

Yûsif her wiha tekez kir ku Xiristiyan beşekî serekî yê Rêveberiya Xweser in û di şandeya danûstandinan a bi Şamê re de jî cih digirin.

Wî bi dilgermî got, "Xwedê Rêveberiya Xweser ji me re bihêle."

Zimanê Suryanî û dan û standinên bi Şamê re

Derbarê xwendina bi zimanê Suryanî li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de, Yûsif diyar kir ku her çend dibistanên taybet hebin jî lê hikûmeta Sûriyeyê bi fermî qebûl nake.

Yûsif got ku dibe di projeya dan û standinên navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de, daxwaza mafê xwendina bi zimanên Kurdî, Suryanî û Ermenî hebe û bi pêwîst dibîne ku her kes bigihîje mafê xwe yên neteweyî û olî.