Operasyona hevbeş a HSD û Koalîsyonê: 6 endamên DAIŞê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li Dêrezorê operasyoneke ewlehiyê pêk aniye.

Di operasyonê de otomobîleke bombebarkirî hatiye pûçkirin û şaneyeke DAIŞê hatiye girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û hêzên komandoyan bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî operasyon pêk anîn.

Operasyon Yekşema borî li çoltera rojavayê Dêrezorê hat kirin.

Di encamê de otomobîleke bombebarkirî (VBIED) ku ji bo êrişeke terorîstî hatibû amadekirin hat pûçkirin.

Her wiha hemû endamên şaneyeke DAIŞê ya ku ji 6 kesan pêk dihat hat girtin.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de ziyan negihiştiye hêzên HSDyê.

Nasnameyên kesên hatine girtin wiha ne:

  • Mihemed El-Ubêd (Ebû Usame / Ebû Îsra)
  • Xidir El-Ubêd (Ebû Ewad)
  • Îbrahîm El-Ubêd (Ebû Îyad)
  • Huseyn El-Elî
  • Ebdulhemîd El-Nasir (Ebû Deham)
  • Xelef El-Hesen (Ebû Nûr El-Dîn)

Hat ragihandin ku li gorî lêpirsînên destpêkê, ew li xwe mikur hatiye ku teqemenî veguhastine û li şaneyên girêdayî xwe belav kirine.

Her wiha li xwe mikur hatine ku ew bombeyan çêdikin û otomobîlan bombe dikin da ku li herêmê êrişan pêk bînin.

Armanca wan êrişkirina li ser xalên leşkerî, sivîl û saziyên xizmetguzariyê bûye da ku aramiyê têk bidin.

HSDyê tekez kir ku operasyonê rê li ber planeke xeter a terorîstî girtiye.

Bi pûçkirina otomobîlê û girtina şaneyê berî bicihanîna planê, sivîl û binesaziya sivîl ji ziyaneke mezin hatin parastin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku hişyariya ewlehiyê di asta herî bilind de ye û ew tevgerên gumanbar ên DAIŞê ji nêzîk ve dişopînin.