Serok Barzanî ji bo Christmasê peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî di peyama xwe ya Christmasê de got, “Bila ev cejn bibe dawiya êş û azarên mirovahiyê.”
Baregeha Barzanî peyama Serok Barzanî ya ji bo “Cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh” ango Christmasê li ser Facebookê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de anî ziman:
"Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Ji bo Sersala Nû ya Zayînî û Cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê lê bin), ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ li hemû xwişk û birayên Xiristiyan ên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêviya bextewariyê ji wan re dixwazim.
Di vê boneyê de, ez tekeziyê li ser kûrkirina çanda bihevrejiyan û biratiya di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikim.
Ez hêvî dikim ku xwişk û birayên me yên Xiristiyan her dem cejn, bone û şahiyên xwe di nav aramî û aştiyê de pîroz bikin.
Ez hêvîdar im ku ev bone bibe destpêka bidawîhatina nexweşî, karesat û azarên mirovahiyê li hemû cîhanê û aştî û bihevrejiyan cihê wê bigire."