Hosteyên wanî ‘Reşikê’ vedijîne

25-01-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan -  Sola bi navê "reşik" ku ji hiriya bizinê tê çêkirin nêzîkî 600 salan e di nav Kurdan de tê bikarnîn û hosteyekî wanî ji ber windabûna wê dest avêt vê berhemê û hewl dide vê kevneşopiyê ji nû de vejîne.


Hilberînerê solan Mecît Emen, ji aliyekî ve solan hildiberîne ji aliyekî din ve jî hewl dide ku çandeke 600 salî li ser piyan bihêle.


Emen behsa serpêhatiya xwe ya bi "reşik"ê diker û dibêje ew dixwazin vê kevneşopiyê derbasî nifşê piştî xwe re jî bikin û hewl bidin ku ev adetê Kurdewariyê neyê jibîrkirin.


Hosteyê reşikê Mecît Emen wiha dibêje: "Reşik zû bi zû narize û avê nagire. Di berfê de jî mirov bi rehetî dikare bixe piyê xwe. Ne welatî tenê, kargeh û otêl jî dikarin vê solê bi armanca tûrîstî biemilînin."


Welatiyê bi navê Mehmet Şirin Aksungurê 80 salî jî got: "Dinya diguhere. Ne tenê dinya însan jî diguherin. Ev sol ji hiriya bizinê dihatin çêkirin û gelekî saxlem dibûn. Reşikeke ku min 30 salî xistiye piyê xwe heye." (aa)





 

 


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst