Şandeke Bexdayê serdana deriyên Seyranben û Kêlê kir

Seyranben (Rûdaw) – Şandek ku ji nûnerên 10 wezaretên hikûmeta Iraqê pêk hatibû, ji bo navdewletîkirina her du deriyên sînorî yên Seyranben û Kêlê, serdana parêzgeha Silêmaniyê kirin.

 

Serdana şanda Iraqê bo deriyên sînorî, ji bo ajovan û kasibkaran bûye agahiyeke germ. Xebatkarê bi navê Heyder Umer dibêje: “Eger vî deriyê sînorî were vekirin, gelek hejar dê jê sûdê werbigrin, eger neyê vekirin, dê ev dever bibe çol.”

 

Ajovanê bi navê Soran Ezîz jî hêvî dike ku deriyên sînorî vebin û dibêje: “Li vir barekî mezin heye, ez hêvî dikim ku ev derî were vekirin, ev ji bo me pirsgirêk e, hêvîdar im vekirina bi fermî encameke baş bîne.”

 

Her çi qas ku berê jî bazirganî û hatûçûna di van deriyên sînorî re hebû, lê ji ber ku bi fermî nehatibû qebûlkirin, danûstandina bazirganî sînordar bû.

 

Serperiştyarê Deriyê Sînorî yê Seyranben Dilêr Ferec dibêje: “Pênc – şeş sal in ji bo ku deriyê sînorî yê Seyranben bibe deriyekî fermî kar li ser tê kirin, weke deriyê Başmax, vekirina vî deriyê sînorî dê bibe sedema vebûna deriyekî nû yê aboriyê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

 

Şanda ku Bexda ji Herêma Kurdistanê re şandiye, ji bo nirxandin û pêşkêşkirina raportan bo hikûmetê serdana deriyên sînorî kiriye, ji bo nasîna deriyê sînorî weke deriyekî navdewletî, biryara hikûmetê divê.

 

Serokê şandê Şakir Cibûrî ragihand: “Lijneya me ji bo lêkolîna rewşa deriyên sînorî hatiye, da ku ji aliyê jêrxana aborî, gumrig û hemû aliyên din em agahdar bibin, ji bo zêdekirina dahatê, emê raportek ji lijneya bilind re pêşkêş bikin, biryar jî dê ji aliyê hikûmeta navendî ve were dayîn.”

 

Her roj di deriyê Seyranben re nêzîkî 300 otomobîl kelûpel tên hawirdekirin, herwiha nêzîkî 300 xebatkar di vî deriyê sînorî de dixebitin.