Partiya Ciwanan piştgiriya danustandinên bi hikûmeta Şamê re dike
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo, bi durişma "Bi hev re ji bo Sûriyê", semînerek li navenda Partiya Ciwanan a ji bo Avakirin û Guhertinê hate lidarxistin.
Di wê semînera Partiya Ciwanan de, gelek gotin û nerîn hatin xwendin û pêkêşkirin û kesên beşdar, rewşa niha ya li Sûriyê, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Nivîskarê Sûrî yê navdar Fêsel Ezzam ragihand, ku gelek kar têne kirin û Tirkiyê wan dike behane, da ku derbasî Sûriyê bibe, û hin deverên nû bi ser Tirkiyê de berde, lê dema ku ala Sûriyê were hildan, û hemû gelê Sûriyê yek bin, wê projeyên Tirkiyê werin têkbirin.
Fêsel Ezzam got: “Tiştê ku niha tê gotin ku gelek nav jê re hene wek navê devera aram, armanceke wê heye, ew jî birîna beşek ji axa Komara Erebî ya Sûriyê û tevlî Tirkiyê bibe wek çawa ku li Lîwaya Iskenderûn çêbû, tiştê em dixwazin bêjin ku em gelê Sûriyê ne, eger em yek dest bin û hevgirtî bin, em karin di rûyê Erdogan de rawestin, û em karin rûbirûyî gefên Tirkiyê bisekinin, û eger ev dever bin ala Komara Erebî ya Sûriyê be, dê ev hemû tişt têk biçe, û wê hincetên Erdogan derbarê devera aram jî têk biçe, û helbet eger ev dever bin sîwana serweriya Sûriyê û ala wê be, dê parastî be ji ber ku erkê hikûmetê ye, xelkê xwe ji gefên Erdogan biparêze.”