Serok Barzanî ji bo posta serokwezîriyê piştgirî da Nûrî Malikî

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî piştgirî da biryara Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina Nûrî Malikî wekî berbijêrê Serokwezîriya Îraqê kir û ragihand ku ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgirê wî bin.

Serok Mesûd Barzanî 24ê Kanûna Paşîn a 2026an peyamek belav kir û tê de ragihand:

“Em piştgirî didin biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina birêz Nûrî Malikî wekî namzedê wan ê ji bo wergirtina posta Serokwezîriya Îraqê.”

"Em dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgir bin"

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Nûrî Malikî kir û serkeftin ji bo wî xwest.

Serok Barzanî her wiha got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina astengî û rûbirûbûnên li pêşiya welat, em dê piştgirê wî bin.”