Mike Pompeo ji bo Kurdan hîşyarî da Amerîkayê: Dê bibe karesateke exlaqî û stratejîk
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo hişyarî da ku devjêberdana Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê bibe "karesateke mezin" û piştgiriya xwe ji bo hewlên Senatoyê yên parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nîşan da.
Mike Pompeoyê ku di dema îdareya yekem a Donald Trump de Wezîrê Karên Derve bû, ragihand ku devjêberdana hevalbendên dêrîn ên di şerê li dijî DAIŞê de dê bibe "karesateke exlaqî û stratejîk."
Pompeo li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê, posta Senatorê Komarî Lindsey Graham parve kir.
Graham di posta xwe de behsa "xwesteka xurt a her du partiyên" Komarî û Demokrat a li Senatoyê kiribû ku dixwazin Kurdan û wan komên ku di têkbirina xîlafeta DAIŞê de alîkariya Amerîkayê kirine biparêzin.
Mike Pompeo li ser wê postê nivîsî, “Pişta xwe dayîna hevalbendên me yên Kurd dê bibe karesateke exlaqî û stratejîk.”
Metirsiya li ser Kobaniyê
Piştî ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji 13ê Kanûna Paşîn ve dest bi êrişên li ser deverên di bin kontrola HSDyê de kir, alozî gurtir bûn.
Hêzên hikûmetê li Heleb, Dêrezor û Reqayê bi pêş ketin û bajarê Kobaniyê dorpêç kirin.
Saziyên mirovî hişyariyê didin ku li Kobaniyê rewşeke gelekî giran çêbûye.
Li gorî amaran, di navbera 150 hezar û 500 hezar kesî de li bajêr asê mane û rûbirûyî kêmbûna av, elektrîk, xwarin, derman û sotemeniyê bûne.
Heyva Sor a Kurd ragihand ku ji ber serma û nebûna çavdêriya bijîşkî zarokan canê xwe ji dest daye.