Alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî gihişt Kobaniyê
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî gihişt bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.
Alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ji parêzgeha Helebê gihişt Kobaniyê û hat zanîn ku ew alîkarî ji 24 barhilgiran pêk tê.
Alîkariya ku li bendê bûn gihişt bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dorpêçeke giran de ye û krîza mirovî lê kûr bûye.
Karwanê alîkariya mirovî yê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye organîzekirin û ji 24 barhilgiran pêk tê, ji parêzgeha Helebê bi rê ket û kete nav bajêr.
Gava yekem a şênber a piştgiriyê
Ev sewqiyata ku ji bo xelkê herêmê xwedî girîngiyeke jiyanî ye, piştî mirina zarokan û rîska birçîbûnê ya li bajêr bû gava yekem a şênber a piştgiriyê.
Xelkê herêmê bi rojan e ji bo peydakirina xwarinên bingehîn, derman û sotemeniyê rastî zehmetiyên mezin dihat.